Nêçîrvan Barzanî peyama ‘Roja Astiyê ya Dinyayê’ belav kir
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema 21 êlûnê ku ‘Roja Aştiyê ta Dinyayê’ ye peyamekî belav kir. Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de peyama xwe parvekir. Barzanî balê kişand ser aştiya dinyayê û weha got:
“Em li ser soza xwe ne û soza xwe di ‘Roja Aştiyê ya Dinyayê’ de dubare dikin ku li herêmê û dinyayê aştiyê biparêzin û teşwîq bikin.
Demekî dirêje ku Kurdistan bo aştiyê bûye rohninekî. Em ê di vê herêma ku pêdivî bi jiyana di nav aştî û pêkvejiyanê heye de, aştiyê xwedî bikin û dê dewam bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin