Nêçîrvan Barzanî bi boneya bîranîna qurbaniyên Komkujiya Cihûyan peyamek wesand

27 January 2020 14:08 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi boneya bîranîna qurbaniyên Komkujiya Cihûyan peyamek wesand

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera Komkujiyq Cihûyan de ku wek Holokost tê naskirin, ragihand: “Mixabin hêj gelek kar maye bê kirin ji bo ku jenosîd li cîhanê dubare nebin.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi boneya bîranîna qurbaniyên komkujiya Cihûyan ku li cîhanê wek Holokost tê naskirin, li ser hesabê xwe yê Twîttera xwe peyamek belav kir. Nêçîrvan Barzanî di vê peyamê de dibêje: 

“Roja bîranîna Holokostê vê yekê tîne bîra mirov ku mirovatiyê ji bo rawestandina jenosîdê û hizirkirina ji qurbaniyên wê gelek kar kiriye”, û tekez dike: “Lê mixabin rêyeke dûr û dirêj li pêşiya me ye, daku em xelkê hedefgirtî li seranserê cîhanê ji jenosîdê biparêzin.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha diyar kiriye: “Divê em bêjin nabe ti caran ew yek dubare bibe, ew jî bi siyaset û mekanîzmeke guncaw tê kirin.”

Hêjayî gotinê ye ku îro 27ê Çile savegera bîranîna qurbaniyên Komkujiyq Cihûyan e, ku di şerê cîhanî yê duyem de û di navbera salên 1941 heta 1945an de ji aliyê rejîma Nazî ya Almanyayê ve nêzîkî 6 milyon Cihû hatin komkujkirin.