Nêçîrvan Barzanî: Silav li giyan û bîranînên nivîskarên Kurdistanê
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û nivîskarên Kurdistanê pîroz kir.
Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: "Bi helkefta 54emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li nivîskarên Kurd dikim û hêviya domandina serkeftin û pêşkeftinê li wan dikim. Ji ber xizmeta wan a peşxistina ziman û wêjeya Kurdî ez bi rêz û hurmet kar û xebatên nivîskarên Kurd pîroz dikim."
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku nivîskarên Kurd herdem ji bo hişyarkirina gelê Kurd, parastina nasnameya neteweyî ya Kurd û avakirina civakeke sivîl gelek xebat kirine û wiha dom kir:
"Silav li giyan û bîranînên wan nivîskarên mezin ên Kurdistanê ku xizmet û berhemên wan herdem di bîra me de dimîne. Em ê her wan bi rêzdarî bi bîr bînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin