Mesrûr Barzanî: Hezar silav li giyanê pak ê sehîdên jenosîda Sengalê û tevahiya sehîdên Kurdistanê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo 8emîn salvegera jenosîda Şingalê peyamek belav kir û diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê berdewam be li ser bizavên xwe ligel Hikûmet Federal û civaka navdewletî ji bo vegerandineke serbilindane ya xwişk û birayên Êzîdî li ser cih û warên wan avedankirina Şengalê.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Di heştemîn salvegera jenosîdkirina xwişk û birayên Êzîdî li Şengal û derdora wê li ser destê teroristên DAIŞê yên hovane de, bi xem û kovan şehîd û wendahiyên wê tawana hovane bi bîr tînin ku tê de bi hezaran kes bi komî hatin şehîdkirin, revandin û derbiderkirin.
Ev tawan ewqas bi êş û dilşewat bû ku tu caran nayê jibîrkirin û wijdana gelê Kurdistanê û mirovatiyê hejand, divê bi çi rengî be rê neyê dayîn ku ev komkujî û tawan dubare bibin.
Di vê bîranînê de, divê qurbaniyên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di rizgarkirina Şengalê de bi rêbertî û serperiştiya rasterast a cenabê Serok Mesûd Barzanî ji bîr nekin ku bi xwîna geş a sedan Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê, Şengal ji destê terorîstên DAIŞê hate rizgarkirin.
Xwişk û birayên Êzîdî di dîroka kevin û nû de û di dirêjahiya salên derbasbûyî de, bi mixabinî ve gelek êş û derdeserî dîtine, niha jî bi sedema xwesepandina komên çekdar, Şengal heta niha ne aram e û xelkê wê yê koçber jî nikarin vegerin, lewra di vê helkeftê de tekeziyê li ser bicihanîna rêkeftina Şengalê, asayîkirina rewşa devera Şengalê û derketina mîlîşya û komên çekdar ên deryasayî dikin, da ku dawî li êş û azarên kaçberên Şengalê bê û bi serbilindî vegerin ser cih û warên xwe.
Di vê bîranîna xemgîn de dubare dikin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê berdewam be li ser bizavên xwe ligel Hikûmet Federal û civaka navdewletî ji bo vegerandineke serbilindane ya xwişk û birayên Êzîdî li ser cih û warên wan, her wiha avedankirina Şengalê û deverên din yên Êzîdiyan, da ku xizmeteka hêja ji wan re bê kirin û li gor yasaya rizgarbûyên Êzîdiyan a ku Encûmena Nûneran a Iraqê pesend kiriye, kesûkarên qurbaniyan bên qerebûkirin. Di heman demê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel tîma Vekolîna Navdewletî ya Tawanên DAIŞê (UNITAD) di hevkarî û hevahengiyeke berdewam de ye, ji bo dadgehkirina tawanbarên DAIŞê û arşîvkirina tawanên wan û bêtir nasandina jenosîda xwişk û birayên Êzîdî.
Hezar silav li giyanê pak ê şehîdên jenosîda Şengalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin