PDK: Me 100 hezar dengên xwe zêde kir, ne ji biryara Dadgeha Federal bûya kursiyên me 46 bûn
PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser encamdana hilbijartinên 20ê Cotmehê yên Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, PDKê tevî biryara Dadgeha Federal a daxistina hejmara kursiyên parlamentoyê û hilweşandina yekbazineyê jî 100 dengên xwe zêde kirine.
Di daxuyaniya PDKê de hate gotin, “PDKê di navbera van her du hilbijartinên dawiyê de zêdetirî 100 hezar dengên xwe zêde kirin, lê biryara Dadgeha Federalî ji bo kêmkirina hejmara kursiyên perlemanê û hilweşandina sîstema yekbazineyî bo firebazineyîyê û nedadperweriya di navbera nirxê kursiyên perlemanê de di navbera bazineyan de bûn sedema kêmbûna kursiyên PDKê. Eger bi pîverê wekhev ba, PDK dibû xwediya 46 kursiyan.”
Di berdewamê de hate diyarkirin, “Hilbijartinên gera pêncê ya Parlamena Kurdistanê ku ji aliyê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û rapirsiyan li Herêma Kurdistanê ve bi rê ve çû, li dû amara wê komisyonê sê milyon û 85 hezar û 461 kesan li seranserî Herêma Kurdistanê mafê dengdanê hebû, lê ji wê hejmarê yek milyon û 845 hezar û 979 kes tevlî wê proseyê bûne û rêjeya tevlîbûnê 59% bû.”
Di daxuyaniya PDKê de wiha hate gotin:
“Di hilbijartinên gera borî de ku li sala 2018ê hatin kirin, 29 lîstan pêşbirkê li ser bidestxistina 100 kursiyan kir û li dawiyê 16 lîstan karî kursiyên parlamenê bi dest xwe bixin, di nav wan de jî lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê bi hejmara 183 karî 688 hezar û 70 dengan bi dest bixe û wesa 45 kursî bi dest xistin.
Lê di hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de ku li roja 20.10.2024 hatin kirin û ji aliyê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ve hatin birêvebirin, li dû amarên Komisyonê du milyon û 899 hezar û 578 kesan li Herêma Kurdistanê mafê dengdanê hebû, lê du milyon û 87 hezar û 972 kes tevlî wê piroseyê bûn û rêjeya tevlîbûnê 72% bû.
Li dû encamê destpêkê yê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi hejmara 190 karî 809 hezar û 172 dengan bi dest bixe, ku dibe 39% ya dengên hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê, anku dibin 39 kursî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin