Hewramî: Di vê hilbijartinê de dengên PDKê 230 hezar zêde bûn!
PeyamaKurd – Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ragihand ku partiya wî di hilbijartinên dewra 6an a Parlamentoya Kurdistanê de rekor şikand û karîbû 89 hezar dengan bidest bixe.
Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Hêmin Hewramî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku encamên hilbijartinan ji bo PDKê ne surprîz e, ku baweriya wê bi rêya ku dimeşe û bingeha xwe ya gelêrî heye. Herwiha da zanîn ku PDKê 890 hezar deng wergirtiye û li gorî hilbijartinên berê 230 hezar deng zêde bûye.
Hewramî amaje bi wê yekê jî kir ku PDKê tevî hemû astengiyên li pêşiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û kabîneya wî karî rêjeya dengên xwe zêde bike û got, PDK li Kurdistanê xwedî dîrok û erdnîgariyeke berfereh e û tekez kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî wê serokatiya kabîneya dehemîn bike.
Hêmin Hewramî got, PDKê li gorî hilbijartinên berê nêzîkî 9 hezar dengên zêdetir li Silêmanî û Helebce wergirtiye. Beşek ji vê zêdebûnê ji ber xebat, çalakî û projeyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên ji bo xizmetkirina van sînoran e.”
Hewramî amaje bi wê yekê jî kir ku PDK di derbarê pêkanîna kabîneya nû de deriyên xwe ji hemû aliyan re vekiriye û got, PDK dixwaze hemû kes beşdarî hikûmetê bibin û bi hev re dixwazin Kurdistanê aramtir û geştir bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin