Hêmin Hewramî: Di dengdana taybet de PDK 86 hezar û 775 dengan sitend
PeyamaKurd – Endamê polîtburoya siyasî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Hêmin Hewramî, sipasiya wan hêzên Pêşmerge û asayîşê kir ku tevlî dengdana taybet ya parlementoya Kurdstanê bûne û dengên xwe dane PDKê.
Hewramî, îro di civîna çapemeniyê de ragihand ku car din bawerî bi PDKê hatiye anîn, di dengdanê de 215 hezar û 960 hilbijêr li 165 navendan dengên xwe dane û sipasiya wan kir.
Hewramî ragihand ku buroyên hilbijartinê di rêya sîstema dîjîtal de li 165 navendên dengdanê, 165 çavdêr bicîh kirine, li ser temamê sindoqan 749 nûner wezîfedar kirine û agahiyên ser pûsûlayên dengdanê li ser dîjîtalê ji bo buroya hilbijartinê ragihandine. Hewramî got:
“Li gor agahiyên bandê dibêjim; di dengdana taybet de, mafê 215 hezar û 960 hilbijêran hebû ku dengên xwe bidin, ji wan 21 hezar û 131 deng betal bûn. PDK ji dengên rewa, 86 hezar û 775ê wan sitend. Ev tê vateya ku li gor hilbijartina 2018an ya taybet, PDK ji 24 hezar dengan zêdetir dengan aniye.
YNK, di dengdana taybet de 50 hezar û 776 deng sitendiye û PDK bi 36 hezar dengî li pêşiya YNKê ye. Ji bo parastina refah, aştî û aramiya Kurdistanê, ez bang dikim ku dengên xwe bidin PDKê.”
Hewramî ragihand ku li bajarê Helebçe îhlalên hilbijartinê hene, nikaribûne ber li wan bigrin û wê li ser temamê sindoqan nûnerên wan hebin û agahiyan li ser dîjîtalê bidin buroya hilbijartinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin