Encamên destpêkê yên nefermî yên dengdana taybet li Duhok û Hewlêrê
PeyamaKurd – Di dengdana taybet a hilbijartinên parlementoya Iraqê de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgehên Hewlêr û Duhokê 59,938 deng û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî 9,764 deng wergirt.
Li gorî agahiyên me, encamên hilbijartinên taybet ên destpêkê li parêzgehên Hewlêr û Duhokê wiha ne:
- Hewler
PDK: 40,120
YNK: 9,150
Tevgera Nifşê Nû: 1,200
Yekgirtû: 798
Eniya Gel: 211
- Duhok
PDK: 20,360
YNK: 704
Tevgera Nifşê Nû: 389
Yekgirtû: 1,573
Eniya Gel: 29
Dema dengdana taybet a hilbijartinên parlementoya Iraqê, ku di saet 7:00ê sibê de dest pê kir, bi girtina sindoqên dengdanê di saet 6:00ê êvarê de bi dawî bû.
Dengdana giştî ya ji bo hilbijartinên parlementoya Iraqê wê roja Sêşemê, 11ê Mijdara 2025an pêk were.
Li gorî agahiyên ku ji hêla K24 ve hatine bidestxistin, amarên pênc navçeyên dengdana taybet wiha ne:
Navçeya Hewlerê %96.40
Navçeya Duhokê %97.52
Navçeya Silêmaniyê %94.58
Navçeya Kerkukê %66.65
Navçeya Neynewa %46.69
Li gorî agahiyan, rêjeya beşdarbûna dengdanê li Hewlêrê %100, li Duhokê %100, li Silêmaniyê %100, li Kerkukê %76 û li Neynewa %47 bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin