Ji DEM Partî biryara hilbijartina namzedan: Zêdetirî 100 hezar kes wê deng bidin

08 January 2024 20:39 0 dîtin
Ji DEM Partî biryara hilbijartina namzedan: Zêdetirî 100 hezar kes wê deng bidin

PeyamaKurd – Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti), ji bo diyarkirina berbijêrên hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariyan hilbijartinê dike.

Hate ragihandin ku DEM Partiyê lîsteyên serlêdanên bernamzedên şaredariyan amade kirine û wê di rojên 13-14ê Çileyê de jî li ser wan navan hilbijartinê bike.

Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê, dê li 90 deveran namzedên wan bi hilbijartinên pêşîn bêne kirin û zêdetirî 100 hezar kes jî biçin ser sindoqan û ji bo namzedan dengên xwe bidin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku heta 11ê Çileyê bernamzed dikarin îtirazên li ser lîsteyên navan bo komîsyonên partiyê bikin.