YSK: Sedema biryara hilbijartina saredariya Wanê ragihand
PeyamaKurd – Rêvebiriya Giştî ya Hilbijartinê ya Tirkiyê (YSK) sedema biryara betalkirina dadgehê ya di derbarê şaredariya Wanê de dabû, ragihand û got:
“Biryara dadgeha cezayê giran ya Diyarbekirê nayê hesibandin û weka tine be. Wesfên an ku taybetmendiyên Abdullah Zeydan yên namzedê DEM Partiyê hene ku bê hilbijartin.”
Piştî Abdullah Zeydan bû namzedê şaredariya bajarê Wanê yê DEM Partiye û hilbijartinê qezenc kir, dadgeha cezayê giran ya Diyarbekirê, nayê zanîn bê ji ku derê fermanê girtibû, goya qedexeya Zeydan heya sala 2025an bi biryarekî dirêj kiribû ku ew erka dadgehê di qanûn de tine. YSK jî bi eksa dadgehê biryarê da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin