Dadgeha Federal biryara bo kursiyên kotaya Parlamentoya Kurdistanê bi pas xist
PeyamaKurd – Dadgeha Federalî ya Iraqê, doza li ser giliyê bo kotaya kursiyên parlamena Kurdistanê yên mafê pêkhateyan, bo 21ê Çileya 2024an bi paş xist.
Dadgeha Federal cara heftemîn e ku rûniştina doza li ser kotaya kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ku li ser giliyan hatibû destpêkirin, bi paş dixe.
Hatiye diyarkirin ku biryara paşxistinê li ser daxwaza Komîsyona Bilind a Hilbijartinan hatiye dayîn.
Di doza gilî de tê xwestin ku hin xalên yasaya Parlamentoya Herêma Kurdistanê werin guhertin bi hinceta ku li dijî destûra Iraqê ne. Guhertinên navborî jî li ser kursiyên pêkhateyan û mijara herêmên hilbijartinan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin