Xirîstiyanên Kurdistanê biryara Dadgeha Federal protesto kirin

04 March 2024 19:40 0 dîtin
Xirîstiyanên Kurdistanê biryara Dadgeha Federal protesto kirin
PeyamaKurd – Xirîstiyanên ku li navçeya Ankawa ya Hewlêrê dijîn biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya betalkirina kotaya 11 kursiyên pêkahetayan di
Parlamentoya Kurdistanê de, bi xwepêşandanekê protesto kirin.

Xiristiyanên li Ankawayê li ber Katedrala Saint Joseph kom bûn û bêdadiya rakirina kotaya pêkhateyan ji aliyê Dadgeha Federal ve protesto kirin.

Xwêpêşanderan bangewazî kir ku Dadgeha Bilind a Iraqê biryara xwe paşde vekişîne û nûnertiya pêkhateyan a kursiyên kotaya parlamentoyê li wan vegerîne.

Serokê Yekîtiya Keldanî Parêzer Goran Abdulcabbar, dema xwepêşandanê got ku tenê Dadgeha Federal dikare ji vê biryarê vegere, lê mafê îtirazê bo ti aliyekî nîne û da zanîn ku ew bê hêvî ne ku biryar paşde bê vekişandin.