Dadgeha Federal  a Iraqê biryara ser budçeya Kurdistanê pasve kisand

11 May 2022 18:31 0 dîtin
Dadgeha Federal  a Iraqê biryara ser budçeya Kurdistanê pasve kisand

PeyamaKurd - Dadgeha Federal a Iraqê, beriya niha li ser budçeya giştî û şandina mehane 200 milyar dînarê mûçeyê karmendên Kurdistanê biryar dabû ku hikûmeta Iraqê li ser destûrîbûna wê lêkolînê bike.

Dadgeha Federal ew biryara xwe ya ser destûrîbûn an destûrînebûna şandina bûdçeyê û 200 milyar dînar pereyê mehane bo Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve paş xist.

Dadgeha Federal a Iraqê ragihandiye, biryardana li ser wê mijarê dê heta roja 12ê Hezîrana 2022an were paşxistin.

Herwiha dadgehê xwestiye, aliyê beramber ku nûnerê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Dîwana Çavdêriya Darayî ye, di rûniştina bê ya dadgehê de amade bibin daku vê mijarê yekalî bikin û biryarê li ser bidin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 11ê Gulanê di civîneke rojnamevanî de behsa mijara neşandina mûçeyê karmendên Kurdistanê kiribû û got, pêwîste li gorî destûra Iraqa Federal ew mijar çareser bibe û li ser biryara Dadgeha Federal a derbarê petrol û gaza Kurdistanê jî destnîşan kir, mijara enerjiyê weke karteke zext lêkirina siyasî li dijî herêma Kurdistanê tê bikaranîn.