Hikûmet û Parlamentoya Iraqê li ser budçeya Kurdistanê biryara xwe didin

16 April 2023 13:40 0 dîtin
Hikûmet û Parlamentoya Iraqê li ser budçeya Kurdistanê biryara xwe didin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gorî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, Encûmena Wezîrên Iraqê dê roja Sêşemê dicive û biryarê li ser şandina buduçeya Herêma Kurdistanê dide.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah di civîneke rojnamevanî de ragihand, piştî xwendina duyemîn a projeyasaya bûdçeyê li parlamentoyê, wê pişka Herêma Kurdistanê ya di bûdçeya Iraqê de jî bi derbaskirina bûdçeyê li Parlamentoya Iraqê re bê şandin.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah herwiha da zanîn, li gorî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, Encûmena Wezîrên Iraqê dê roja Sêşemê 18ê Nîsanê bicive û biryarê li ser şandina buduçeya Herêma Kurdistanê bide.

Parlamentoya Iraqê bi amadebûna 235 parlamenteran xwendina xwe ya yekem a bûdçeya 2023, 2024 û 2025an pêk anî ku ji nav zêdetirî 198 trîlyon dînaran, pişka Herêma Kurdistanê %12.67 e.

 Di 13ê Adara 2023ê de, Encûmena Wezîrên Iraqê projeyasaya bûdçeyê ya zêdetirî 198 trîlyon dînar pesend kir, ku di çarçoveya rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol bifiroşe.