Hikûmet, naveroka civînên li gel Iraqê ji Parlamentoya Kurdistanê re ronî dike

23 January 2020 11:58 0 dîtin
Hikûmet, naveroka civînên li gel Iraqê ji Parlamentoya Kurdistanê re ronî dike

PeyamaKurd - Hikûmeta herêma Kurdistanê naveroka civînên li gel hikûmeta Iraqê yên derbarê budce de ji Parlamentoya Kurdistanê re ronî dike.

Biryar e îro Pêncşemê  (23.01.2020ê) demjimêr 11:00ê Parlamentoya Kurdistanê civîna xwe ya asayî li dar bixe.

Wek di karnameya kar a civînê de hatiye ragehandin, parlamento vê civînê de dê du mijaran gotûbêj bike ku wiha ne:

  • Amadebûna şandeya danûstankar a hikûmeta herêma Kurdistanê, bi armanca aşkera kirina encamên civînên wan ên li gel hikûmeta federal a Iraqê (Derbarê budceya sala 2020ê û dosyaya neftê.)
  • Duyem: Birêz Dr. Gelawêj Ubêd Osman nêrîna xwe ya derbarê ‘’Damezirandina navendekî şêwirmendiya niştimaniyê, ji ber zêdebûna rêjeya zarokên temam çênabin û nexweşiyên genetîk’’ aşkera bike.