Hikûmeta Iraqê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û zimanê Kurdî biryar da
PeyamaKurd – Encumena Wezîran a Iraqê biryar da ku ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê alîkariya Komîsyona Hilbijartinan bike û di belgeyan de jî Erebî û Kurdî weke zimanên fermî bên bikaranîn.
Civata Wezîran duh bi serokatiya serokwezîr Mihemed Şîa El-Sudanî civîna xwe ya heftane ya asayî li dar xist.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, di civînê de pêşhatên dawî yên li Iraqê hatin nirxandin û dosyayên aborî û bernameya hikûmetê hatin gotûbêjkirin.
Lijneyê biryar da ku di dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de pereyan bide Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê.
Lijneyê herwiha sererastkirina "Qanûna Belgeyên Dadweriyê" ya bi hejmara 33 a sala 1998an pejirand û biryar da ku qanûn bi vî rengî were sererastkirin: "Di belge û belgenameyên hilbijartinê de Erebî û Kurdî jî wekî zimanên fermî bên bikaranîn".
Di civînê de herwiha ji bo pêşî li zêdebûna bihayê goşt bê girtin, pêşniyara ji sedî 50 kêmkirina baca gumrikê ya îthalata ajalên zindî yên ji bo serjêkirin û xwedîkirinê hat qebûlkirin.
Roja 3ê Adara 2024ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryara lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 10ê Hezîrana 2024ê de îmze kir.
Encumena Wezîrên Iraqê biryar da ku 69 milyar û 230 milyon dînar ji bo amadekariyên hilbijartinên Herêma Kurdistanê xerc bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin