Ji Komîsyona Hilbijartinên Iraqê biryara roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, piştî serlêdana Herêma Kurdistanê bo lidarxistina hilbijartinan biryara xwe ya diyarkirina roja hilbijartinê eşkere kir.
Komîsyonê di biryara ku ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şandiye de ragihand ku ew dikarin ji dîroka 18.02.2024ê şûnde hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê birêve bibin
Serokê Encûmena Komîsyaran li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Omer Ehmed di nivîsa ku ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re pêşkeş kiriye de daxwaz kir, “Dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bila bi biryarekê bê diyar kirin, lê bikeve piştî 18.02.2024ê.”
Omer Ehmed diyar kir, çênabe ew dema ji bo 01.08.2023 hatiye pêşniyar kirin û hatiye xwestin ku hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ligel hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê bê kirin û da zanîn, ew nikarin herdu hilbijartinan di demeke nêzîkî hev de birêve bibin.
Herwiha hate gotin ku komîsyon ji bo vê proseya hilbijartinê bi serkeftî birêve bibe û pîvanên navnetewî li ber çav bigre ji bo garantîkirina selametî û paqijiya hilbijartinê, divê dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê heta roja 01.08.2023yê bê diyar kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin