Komîsyona Hilbijartinên Iraqê pistî biryara PDKê: Wê hilbijartin di dema xwe de bê kirin
PeyamaKurd – Piştî ku PDKê biryara beşdarnebûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji ber sedema ferzkirina biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê da, Komîsyona Hilbijartinên Îraqê jî derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de daxuyanî da.
Komîsyonê ragihand ku ew dê hilbijartinê di dema hatiye diyarkririn de encam bidin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) diyar kir ku wan piştî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ev biryar daye ku ew beşdarî hilbijartinan nabin ku bi awayekî neyasayî hatine ferzkirin.
Serokê Tîma Ragihandinê ya Komîsyona Hilbijartinên Îraqê Îmad Cemîl got: “Ti daxwazeke fermî ji bo paşxistina hilbijartinan nehatiye pêşkêşkirin û em dê hilbijartinê di dema hatiye diyarkirin de encam bidin.”
Li gorî nûçeya Rûdawê Îmad Cemîl gotiye, "Amadekariyên ji bo birêveçûna hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê berdewam dikin. Em pabend in hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê di dema diyarkirî de ku ew jî 10ê Hezîranê ye bên kirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin