Serokê Komîsyona Hilbijartinên Iraqê: Pistî çareserkirina giliyan wê encam bêne ragihandin
PeyamaKurd - Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Celîl Ednan Xelef li ser ragihandina encamên dawî yên dengdana hilbijartinan diyar kir, proseya cudakirin û hejmartina dengan berdewam dike.
Celîl Ednan Xelef ji rojnamevanan re da xuyakirin, niha li ser giliyan lipeyçûn têne kirin û encamên wan têne yekalîkirin û piştî wê jî encamên dawî wê bêne eşkere kirin.
Xelef got, sindoqên ku bi elektronîk hatine hejmartin û ewên ku bi destan hatin hejmartin, encamên wan weke hev bûn û hemû encam têne cudakirin û diçin ser hejmarên destpêkê û piştre dê encamên dawî werin ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin