Ji Komîsyona Hilbijartinên Iraqê biryareke nû bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê

20 March 2024 16:58 0 dîtin
Ji Komîsyona Hilbijartinên Iraqê biryareke nû bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê

PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê dema radestkirina lîsteya navên namzedên partî, hevpeymanî û serbixweyan heta roja 28e Adarê dirêj kir.

Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelay ragihand, dema pêşkeşkirina lîsteya navên berbijêran ji aliyê partî, hevpeymanî û serbixweyan ji bo hefteyekê hatiye dirêjkirin.

11ê Adarê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, ji 13 heta 22yê Adarê dema pêşkeşkirina lîsteya navên berbijêran diyar kiribû, lê bi biryareke nû ew dem heta roja 28ê Adarê dirêj kir.

Hêjayî gotinê ye, polîtburoya PDKê du roj berê ragihand ku ew wek PDK ji ber biryarên Dadgeha Federalî yên wek hilweşandina kotaya pêkhateyan bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û biryarên nedestûrî yên sepandî beşdarî hilbijartinan nabin.