Hikûmeta Kurdistanê êrîsa li dijî endamê Kurd yê li Parlamentoya Iraqê sermezar kir

27 February 2021 15:30 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê êrîsa li dijî endamê Kurd yê li Parlamentoya Iraqê sermezar kir

PeyamaKurd – Êrîşa li dijî endamê Kurd yê li Parlamentoya Iraqê, ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve bi tundî hat şermezarkirin.

Do bi şev, li bajarê Silêmaniyê, endamekî Kurd yê Parlamentoya Iraqê bi navê Xalib Mihemed, li ber mala xwe, bi kêran rastî êrîşê hat û birîndar bû.

Li gor Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Cotyar Adil diyar kir, Hikûmeta Kurdistanê wê êrîşê bi tundî şermezar dike û xelkê Kurdistanê jî piştrast dike, ew kes yan kesên ku ew êrîş kirine, dê bi zûtirîn dem bên dîtin û sizadan.