Hikûmeta Herêma Kurdistanê, êrîsa Îsraîlê sermezar kir

18 October 2023 13:30 0 dîtin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, êrîsa Îsraîlê sermezar kir

PeyamaKurd- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewremanî, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew êrîşa Îsraîlê ya ku li Xezayê li dijî nexweşxaneyê hat kirin, şermezar dikin.

Pêşewa Hewremanî, bi rêya daxuyaniyê got ku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, êrîşa li Xezayê şermezar dike ku di encamê wê de piraniya wan jin û zarok herî kêm 500 kesan can dane. Em dubare dibêjin, şer û pevçûn pirsgirêkên heyî çareser nakin. Em bangî civaka navdewletî dikin ku xelkê sivîl û bêtawan ji êrîşan biparêze.”

Artêşa Îsraîlê, bişev êrîşî Nexweşxaneya El-Mamedaniyê ya li Xezayê kiribû û di encama êrîşê de herî kêm 500 Filistînî hatibûn kuştin.