Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîsa terorîstî ya DAISê sermezar kir

03 December 2021 18:32 0 dîtin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîsa terorîstî ya DAISê sermezar kir

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser zêdebûna êrîşên DAIŞê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir, divê Hikûmeta Federal a Iraqê, hevahengî û karê zêdetir bi Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re bike.

Şeva derbasbûyî terorîstên DAIŞê êrîşî gundê Xidir Cîce yê ser bi Mexmûrê ve kir û di encamê de 3 birayên xelkê gund û 10 Pêşmerge şehîd bûn ku 2 Pêşmerge li gund, 7 di dema hawarçûnê de û Pêşmergeyek jî ji ber wergerbûna wesayîtê şehîd bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser êrîşên DAIŞê daxuyaniyek belav kir û “êrişa terorîstî” şermezar kir. Herwiha sersaxî ji kesûkar û malbatên xelkê sivîl û Pêşmergeyan re xwest.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di berdewamiyê de li ser zêdebûna êrîşên DAIŞê da zanîn, divê Hikûmeta Federal a Iraqê hevahengî û karê zêdetir bi Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re bike.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de amadebûna xwe bi temamî derbirî ye.