Hikûmeta Iraqê êrîsa Amerîkayê ya li dijî komên çekdar sermezar kir
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Awadî bi daxuyaniyekî êrîşa vê dawiyê ya Amerîka li ser grûpên çekdar li Curf El-Sexra şermezar kir û ragihand:
“Em êrîşa li ser devera Curf El- Sexra şemezar dikin, ku bêyî agahdarkirina hikûmeta Iraqê hatiye kirin. Ev binpêkirina serweriya Iraqê ye û hewla têkdana ewlehî û aramiyê ye.
Awadî ragihandiye ku mafêti ti aliyî tuneye ku serweriya Iraqê binpê bike û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku yasayê cibicî bike û lêpirsîn li ser kesên ku yasayan binpê dikin bide destpêkirin,
Awadî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hebûna Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, ji bo piştgiriya karê hêzên me yên çekdar bi rêya rahênan, çaksaziyê û kursên rawêjkariyê ye. Lê tiştê ku qewimiye, binpêkirineke eşkere ye ji erkê wê re ye. Endamên Hevpeymaniya Navdewletî li vir in, ji bo şerê li dijî DAIŞê li Iraqê, ji ber vê yekê ji wan nayê xwastin ku yekalî tevbigerin, divê pabendî serweriya Iraqê bin."
Dîsa daxuyandiye ku her kar û çalakiyekî çekdarî ji derveyî saziya leşkerî were kirin jî, binpêkirin û derveyî yasayê ye û berjewendiyên bilind ên neteweyî dixe metirsiyê. her grûpeke çekdar an grûpeke din ku pabendî vê prensîpê nebe, hikûmet dê rêkarên pêwîst li hemberê bigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin