Parlamentoya Iraqê roja bawerîdana hikûmeta nû diyar kir

18 October 2022 21:20 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê roja bawerîdana hikûmeta nû diyar kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Parlamentoya Iraqê wê roja Şemiyê ji bo dengdana kabîneya hikûmeta nû ya Iraqê ya bi seroktiya Mihemed Şiya Sûdanî biçe ber dengdanê.

Hevbendiya Rêveberiya Dewletê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan doh Duşemê civîna xwe ya asayî ya li ser pêkanîna hikumeta nû li ofîsa serokê parlamentoya Iraqê Mihemed El Helbûs li dar xistiye.

Hat eşkere kirin ku di civînê de behsa pêşhatên dawî yên siyasî û avakirina hikumeta nû hatiye kirin û Parlamentoya Iraqê jî 22yê Cotmehê roja Şemiyê ji bo bawerîdana hikûmeta nû dicive.