Dema xebatê ya Parlamentoya Iraqê 30 rojan hate dirêjkirin
PeyamaKurd – Ofîsa Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê ragiihand ku dema xebatê ya parlamentoyê ku biryar bû bidawî bibe ji bo 30 rojan hatiye dirêjkirin.
Di daxuyaniyê da hatiye gotin: “Li dû benda duyem a madeya 58ê ya Destûra Iraqê, werzê sêyem ê qanûndanînê yê Civata Nûnerên Iraqê ji bo dema 30 rojan hate dirêjkirin”.
Hate diyarkirin ku sedema dirêjkirina dema yasadanînê ji bo karên karên pêdivî û projeyên girîng e.
Tê çaverêkirin di vê dema 30 rojan de, Parlamentoya Iraqê ji bo yekalîkirina hilbijartinên Serokatiya Parlamentoya Iraqê û projeyasaya budçeya sala 2024an kar bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin