Parlamentoya Tirkiyê dirêjkirina dema tezkereya Sûriye û Iraqê pesend kir
PeyamaKurd – Parlamentoya Tirkiyê di dengdana îro 26ê Cotmehê de, ji bo du salan dirêjkirina dema tezkereya ku rê dide arteşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê operasyonên leşkerî pêk bîne, pesend kir.
Tezkereya Serokomariya Tirkiyê bi piraniya dengan hat qebûlkirin ku AKP, MHP, DEVA û ÎYÎ Partiyê dengên ‘belê’ HDP û CHPê jî dengên ‘Na’ dan tezkereyê.
Li gorî vê tezkereyê heta du salên din jî artêşa Tirkiyê li nav erdên Iraq û Sûriyê dikare bimîne û operasyonên leşkerî pêk bîne.
HDPê tezkere wekî tezkereya şer bi nav kir û li nav parlamentoyê protesto kir. Herwiha CHPê jî cara yekem ji bo tezkereyeke leşkerî dengê na bi kar anî ku ji aliyê raya giştî ya Kurd ve wekî gaveke girîng û erênî hat pêşwazîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin