Îro biryara pêsnûmeya dirêjkirina dema mayîna leskerên Tirkiyê li Iraq û Sûriyê tê dayîn
PeyamaKurd – Desthilata Serokomarê Tirkiyê, pêşnûmeya dirêjkirina dema mayîna leşkerên Tirkiyê ji bo du salên din li Iraq û Sûriyê pêşkêşî Parlamentoyê kir.
Li gor zanyariyan, biryar e îro Parlamentoya Tirkiyê biryarê li ser pêşnûmeyê bide.
Tirkiyê di 23ê Nîsana borî de, du operasyon li dijî PKKê li herêmên li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin.
Li Sûriyê jî, artêşa Tirkiye ji sala 2016an ve 3 operasyonên leşkerî li Idlib û herêmên Rojavayê Kurdistanê dane destpêkirin.
Parlamentoya Tirkiyê, sala borî pêşnûmeya şandina leşkerên Tirkiyê ji bo Iraq û Sûriyê dirêjkiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin