Parlamentoya Almanyayê li ser dirêjkirina dema mayîna hêzên xwe li Herêma Kurdistanê dicive
PeyamaKurd – Parlamentoya Almanyayê di derbarê biryardana pêşniyareke hikûmeta welatê xwe ya li ser dirêjkirina dema mayîna hêzên xwe li Herêma Kurdistanê û Iraqê de civînekê li dar dixe.
Li gor zanyariyan, biryar e îro Înê 21ê Cotmeha 2022yan, Parlamentoya Almanyayê li ser mijara dirêjkirina erkê artêşa welatê xwe li Herêma Kurdistanê û Iraqê bicive.
Herwiha hat zanîn, Hikûmeta Almanyayê pêşniyar kiriye ku nêzîkî 500 şêwirmendên serbazî yên welatê wan heta 31ê Cotmeha sala 2023yan li Herêma Kurdistanê û Iraqê bimînin ji bo alîkariya hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê di şerê dijî DAIŞê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin