Almanyayê, dema mayîna hêzên xwe salek dirêj kir!

21 October 2022 16:30 0 dîtin
Almanyayê, dema mayîna hêzên xwe salek dirêj kir!

PeyamaKurd- Parlamentoya Almanyayê ya ku îro li ser mijara dirêjkirina dema mayîna hêzên xwe ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê civiyabû, biryara xwe da. Li gorî biryara parlamentoyê, dê hêzên Almanyayê li ser pêşniyaza hikûmetê, li herêmê bimînin.

Ji ber ku di dawiya vê meha cotmehê de dema mayîna hêzên Almanyayê ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi dawî dibû, hikûmeta Almanyayê pêşniyazek biribû Parlamnetoya Almanyayê ku dema mayîna hêzên wan a li Herêma Kurdistan û Iraqê bê dirêjkirin.

Piştî dawî li civînê hat, ji aliyê rayedarên Almanyayê ve hat ragihandin ku biryar erênî ye û dema mayîna hêzan, heta Cotmeha sala 2023yan hatiye dirêjkirin.

Ji aliyê Wezareta Berevaniya Almanyayê ve jî hat ragihandin ku heta Cotmeha 2023yan, dê 500 şêwirmendên serbazî li Herêma Kurdistanê û Iraqê bimînin û hat diyarkirin ku ji vê hejmara serbazan, piranî dê li Herêma Kurdistanê bin.