Almanyayê li Kurdistan û Iraqê dema mayîna leskerên xwe dirêj kir
PeyamaKurd – Desteya Wezîran a Almanyayê dema mayîna leşkerên xwe yên li Iraq û Kurdistanê heta 31ê Cotmeha 2020an dirêj kir.
Hikûmeta Almanyayê di çarçoveya piştgiriya têkoşîna dijî rêxistina terorîst DAIŞê de, ji bo salekê dema mayîna leşkerên xwe yên ku ligel Pêşmerge û hêzên Iraqê kar dikin dirêj kir.
Di biryarê de hejmara leşkeran bi qasî 100 kesî hat kêm kirin û hejmar bi 700 leşkeran hat sînordarkirin.
Ev biryara Desteya Wezîran a Hikûmeta Almanyayê piştî ku li Meclîsa Federalî were pesendkirin, wê bikeve meriyetê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin