Mayîna lesklerên Almanya ya li Kurdistanê û Iraqê 15 meh hat dirêjkirin
PeyamaKurd – Parlementoya Almanya, piştî civîna encumenan ya meha borî ya Iraqê, li ser daxwaza Iraqê mayîna leşkerên Almanya li Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo 15 mehan dirêj kir.
Yekîneyên Almanya li Iraqê û Herêma Kurdistanê li hemberê tehdîdên IŞİDê dewam dike, di çarçova misyona NATO ya li Iraqê (NMI) û Hêza Yekgirtî ya Hevpar ya Operasyonan (CJTF-OIR) de ku wezîfe dike û Almanya biryarê da leşker 15 mehên din li Iraqê û Kurdistanê bimîne.
Biryar, di parlementoya Almanya de bi 539 dengên erênî li hemberê 93 dengên neyînî hat dayîn. Wê hêzên Almanya heya 31.01. 2026an li Iraqê û Kurdistanê bimînin. Jimara leşkerên Almanya yên li Iraqê û Kurdistanê herî zêde 500 be.
Almanya, ji sala 2014an û heya niha di nav hêzên koalisyona navdewletî de cîh digre, ji bo Pêşmerge sîlih û muhîmmat temîn dike, di çarçova wezîfa xwe ya NATO de, ji 2020an heya niha ji bo Peşmerge û hêzên Iraqê balafirên xwe yên radarê û çavdêriyê dixebitîne, ji hewa de çavdêriyê dike, îstîxbaratê kom dike û dide Pêşmerge û hêzên Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin