Mayîna wextê leskerên Almanya ya li Iraqê û Kurdistanê salekî dirêj kirin

14 September 2023 02:03 0 dîtin
Mayîna wextê leskerên Almanya ya li Iraqê û Kurdistanê salekî dirêj kirin

PeyamaKurd - Mayîna leşkerên Almanya ya li Iraqê salekî dirêj kirin. Hukumeta Almanya di çarçova şerê li hemberê IŞIDê de li Iraqê û Herêma Kurdistanê, biryarê da ku salekî dinê jî bimînin. Leşkerên Almanya perwerda leşkerên Iraqê û Pêşmergeyan dikin.

Hukumeta Almanya ragihand ku wezîfa leşkerên Almanya li Iraqê û Kurdistanê heya 31 ê Cotmeha sala 2024an hatiye dirêjkirin. Parlementoya Federal ya Almanya wê di 20.11.2023an de civîna xwe bike û divê biryara hukumetê tesdîq bike. Jimara leşkerên Almanya li dora 500 kesî ye.