Meclisa Almanya mayîna leskerên Almanya li Kurdistan û Iraqê salekî dirêj kir

19 October 2023 00:42 0 dîtin
Meclisa Almanya mayîna leskerên Almanya li Kurdistan û Iraqê salekî dirêj kir

PeyamaKurd – Meclisa Federal ya Almanya mayîna leşkerên xwe ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê salekî dirêj kir. Di celsa meclisê de ji 672 parlementeran 560 parlementer ji bo mayîna leşkerên Almanya dengên xwe bi erênî dan.

108 parlementer daxwaznamê red kirin û rengê dengên 4 parlementeran jî ne zelal bû an ku xwe ji dengdanê paşde dane.

Leşkerên Almanya bi biryara meclisa federal ya Almanya ji sala 2014an heya niha li Iraqê û Kurdistanê di çarçova koalisyona li hemberê IŞİDê de wezîfe dike.

Ji sala 2020an heya niha leşkerên Almanya di çarçova NATO de ji bo Pêşmerge û artêşa Iraqê balafirên çavdêriyê temin dike, ji hewayê çavdêriyê dike û îstîxbaratê temîn dike.