Balyozê Almanyayê yê Iraqê: Pêwendiyên me, bi Kurdistanê re firehtir dibin

10 October 2022 01:00 0 dîtin
Balyozê Almanyayê yê Iraqê: Pêwendiyên me, bi Kurdistanê re firehtir dibin

PeyamaKurd- Balyozê Almanyayê yê Iraqê Martin Jaeger, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku pêwendiyên Almanyayê yên ligel Herêma Kurdistanê, her ku diçe dorfirehtir dibin.

Martin Jaeger di daxuyaniya ku bi boneya “Roja Yekîtîya Almanan” de li Hewlêrê hat lidarxistin de axivî û bal kişand ser têkiliyên dualî yên Herêma Kurdistanê û Almanyayê. Balyoz Jaeger got ku têkiliyên welatê wî yên bi Herêma Kurdistanê re gelek xurt in.

Her wiha Konsulê Almanyayê yê Hewlêrê Klaus Streicher jî gotarek pêşkêş kir bi rêya gotarê da zanîn ku ew bi tundî êrîşên li ser serweriya axa Iraqê û bombebarana vê dawiyê ya Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike.

Streicher tekez kir ku peywendiyên welatê wî yên aborî û bazirganî jî ligel Herêma Kurdistanê hene û hevahengiya Almanyayê ya ewlehiyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê heye.

Konsul Streicher eşkere kir ku ew ê li ser temamkirina proseya çaksaziyê ya di Wezareta Pêşmerge de jî berdewam bin û girîng dibînin ku di zûtirîn demê de prose bi dawî bibe.

Konsulê Almanyayê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku Almanya di alîkarîkirina koçberên ku li Herêma Kurdistanê ne de berdewam be.