Samê dirêjkirina tezkereya Tirkiyê sermezar kir: Divê ji ber tawanên xwe bêne darizandin
PeyamaKurd - Çavkaniyeke ji Wezareta Derve ya hikumeta Şamê ya rejîma Sûriyê li ser dirêjkirina tezkereya destwerdana nav xaka Sûriyê bertek nîşan da û ew biryara Tirkiyê şermezar kir.
Li gorî ragihandina medya Rojavayê Kurdistanê wî rayedarê hikûmeta Şamê ku navê xwe eşkere nekiriye gotiye: “Siyaseta Erdogan êdî rasterast gefê li ewlehî û aştiya herêmê û cîhanê dixwe, ji ber ku binpêkirinên xwe yên leşkerî li ser xaka Sûriyê didomîne. Bi vê yekê biryarên Encûmena Asayîşa Navdewletî ya têkildarî Sûriyê bin pê dike.”
Wî rayedarî diyar kir, li hemberî kirinên Tirkiyê êdî sebra wan nemaye û bang li civaka navneteweyî jî kir ku Tirkiye ji ber êrîş û tawanên xwe yên li dijî gelê Sûriyê darizînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin