Samê dewriyeya Amerîka-Tirkiyê bi tundî sermezar kir
PeyamaKurd – Rêveberiya rejîma Sûriyê dewriyeya hevbeş a Tirkiye û Amerîkayê ku îro li qada bejahî dest pê kir, bi tundî şermezar kir û wekî binpêkirina yasayên navdewletî bi nav kir.
Ajansa dewleta Sûriyê SANAyê bi zarê jêderekî ji Wezareta Derve û Koçberan a Sûriyê ragihand, Sûriye dewriyeya hevbeş a Amerîkî û Tirkî li herêma Cezîrê bi tundî şermezar dike û wê gavê bi binpêkirina yasayên navdewletî û serweriya Sûriyê binav dike.
Heman jêderî ev gav wekî karekî dijminane binav kir û got: “Piştî artêşa Sûriyê hin destkeftên meydanî li dijî teroristan bidest xistin, ev gav hat bo krîza Sûriyê dirêj bike.”
Li gorî SANAyê jêderê Sûrî “herêma ewle” bi her awayî red kir û da xuyakirin, dê hemû projeyên ku yekîtiya xaka Sûriyê armanc digirin hilweşînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin