Rojava | Rêveberiya Xweser ji bo êrîsên Tirkiyê daxwaz ji Amerîka, Rûsya û Samê kir...
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, derbarê êrîşên asmanî yên Tirkiyê yên çend rojên dawî bi ser herêmên wan de daxuyaniyek belav kir û ji rêveberiya Şamê, Amerîka û Rûsyayê daxwaz kir, li dijî Tirkiyê bilez helwestê nîşan bidin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin, “Êrîşên dewleta Tirk aloziya Sûriyê kûrtir dike, rê ji dagirkirinê re vedike û careke din ji bo vegera DAIŞê derfetê ava dike.”
Rêveberiya Xweser diyar kir, “Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze projeya xwe ya dagirkeriyê ferehtir bike û ji bo wê hemû pîvan û peymanên navdewletî binpê dike” û hat gotin, êrîşên dawî yên dewleta Tirk li dijî Minbicê, Til Temirê û heta Qamişlo niyeta wê ya têkbirina ewlehiya herêmê eşkere dikin.
Hêjayî gotinê ye, di çend rojên dawî de balafirên bêpîlot ên Tirkiyê li Til Temir, Kobanê û Qamişlo otomobîlên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û rayedarên Rêveberiya Xweser kirin armanc ku hejmarek kesan di wan êrîşan de jiyana xwe ji dest dabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin