Ji HSD û Rêveberiya Xweser daxuyaniyên êrîsên Tirkiyê...

14 January 2024 10:48 0 dîtin
Ji HSD û Rêveberiya Xweser daxuyaniyên êrîsên Tirkiyê...

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê li ser êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê daxuyanî dan.

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê ragihand ku derbarê îdiayên medya û rayadarên Tirkiyê yên li ser kuştina 9 şervanên wan di necama êrîşên asmanî de ragihand ku ew îdia û nûçe derew in.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) piştî êrîşan ragihandibû ku 9 şervanên HSDê jî di wan êrîşan de hatine kuştin.

Li aliyê din Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê êrîşên Tirkiyê yên ser herêmên wan şermezar kiribû û gotibû, navendên xizmetguzariyê û binesaziya herêmê dikin armanc û mebest têkdana aramiya herêmê ye.

Rêveberiyê daye zanîn, “Dewleta Tirk derengiya şevê herêmên Tirbespiyê, Rimêlan, Dêrik û Çilaxa bombebaran kirin. Armanca van êrîşan diyar e ku ewlehiya herêmê xirab bike û xeteriyên rasteqîn li ser hewldanên têkoşîna li dijî terorê çêbike û rê li pêşiya çareseriyê bigire ku şert û mercên wê li herêmê peyda dibin.”

Hêjayî gotinê ye, artêşa Tirkiyê bi balafirên şer, doh 13ê Çileyê piştî êrîşa PKKê ya li Başûrê Kurdistanê û kuştina hejmarek leşkeran, êrîş biribû ser çend deverên Rojavayê Kurdistanê ku stasyonên petrol û bendava Dêrikê jî bûbû armanca êrîşan