Ji Rêveberiya Xweser derbarê Tirkiyê de daxuyaniyên girîng
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kir û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku helwesta xwe ya tevgera wê ya li sînorê Girê Spî daxuyaniyek ji bo raya giştî parve kir.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku hikûmeta AKPê bi van gefan aloziya xwe ya hundirîn derbasî derve dike û destnîşan kir ku berhemên destwerdanên Tirkiyê li herêmê, her wiha li Lîbya û Iraqê diyar dibin.
‘ERDOGAN JI BER BINKEFTINA XWE HEWL DIDE TOLÊ JI DERDORÊ HILÎNE’
“Tirkiyê bi siyasetên xwe yên dagirkirina herêmê hewl dide ewlehî û armaniya herêmê têk bibe. Gefên Tirkiyê, şandina qeweta leşkerî li sînorê herêma Girê Spî, her wiha gefxwarinên wê yên li ser herêma Til Rifetê ya ku bi hezaran koçberên ji xelkê me yê Efrîn û Şehbayê hewandiye berdewama siyaseta dagirkerî û têkbirina ewlehiyê ye, di heman demê de derbkirina xebatên çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Dîsa jî hewldaneke ji AKPê ye ku alozî û pirsigrêkên xwe yên hundirîn di her qadan de di nav de siyasî û aborî de derbasî derve bike. Krîza hundirîn a Tirkiyê encamên siyasetên tewş ên AKPê ne, bi taybet piştî binkeftina wê di hilbijartinan de. Erdogan ji ber binkeftina xwe hewl dide tolê ji derdorê hilîne û bi rêya xapandinê û destekdayîna bi çeteyan li Sûriyê re him çavên raya giştî ya Tirkiyê ji krîzê dûr bixîne û him jî aloziyê li Sûriyê derxîne da ku armancên xwe pêk bîne.
‘TIRKIYE DIXWAZE LIBYAYÊ Û IRAQÊ PERÇE BIKE’
Encamên destwerdanên Tirkiyê di herêmên derdorê de, li Lîbya û Iraqê jî êdî eşkere bûne, ev yek diyar dike ku dewleta Tirk dixwaze van herêmên parçe bike, ji ber vê yekê nakokiyan derdixîne û gur dike ku karibe li ser hesabê hêviyên gelan siyasetên xwe li herêmê pêk bîne. Ev siyasetên intîqamê yên dewleta Tirk û hewlanên wê yên derxistina aloziyê li herêmê dê pirsgirêkên mezin di hundirê Tirkiyê de jê re derxîne, bi taybet piştî ku hefsengiyên xwe yên siyasî winda kirin.
Bi navê pêkhateyên gelê xwe em bang li raya giştî ya cîhanê, Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropayê (YE) û aliyên hiqûqî dikin ku li hemberî kiryar û dagirkirina herêmên Sûriyê û gefên wê yên domdar li ser gel û herêmên me helwesta zelal bikin. Gelê me bi hemû derfetên xwe ji bo pêkanîna ewlehiyê û çareseriya demokratîk ji bo tevahî Sûriyê dixebite.
‘EM GEL Û DESTKEFTIYÊN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DIPARÊZIN’
Lew re divê hemû hêzên demokrtîk û raya giştî ya Tirkiyê ji bo bisînorkirina çarçoveya pirsgirêkên li Tirkiyê yek seknê bisekine, her wiha divê fişar li Erdogan were kirin ku destwerdanên xwe di karûbarên herêmî û derxistina pirsgirêkan bisekinîne û rêya diyalogan bi hêzên demokratîk re vekin. Herî dawî em teqez dikin ku em gel û destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Demokratîk a rasteqîn ku bingeha herî girîng a çareseriya niştimanî li Sûriyê ye diparêzin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin