Rêveberiya Xweser: Heta niha Tirkiyê zêdeyî 40 caran ava Santrala Ellok qut kiriye

03 July 2023 11:34 0 dîtin
Rêveberiya Xweser: Heta niha Tirkiyê zêdeyî 40 caran ava Santrala Ellok qut kiriye

PeyamaKurd Rêveberiya Giştî ya Avê li bajarê Hesekê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve diyar kir, heta niha Tirkiyê zêdeyî 40 caran ava Santrala Ellok a li navçeya Serê Kaniyê li ser zêdeyî 1 milyon welatiyên Hesekê û derdora wê qut kiriye.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Avê li bajarê Hesekê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve Îsa Yûnis da zanîn, ji payîza 2019an û heta niha ji dema Tirkiyê bajarê Serê Kaniyê dagîr kiriye, Tirkiyê zêdeyî 40 caran ava Santrala Ellok li ser bajarê Hesekê û derdora wê qut kiriye.

Herwiha Îsa Yûnis got, ji ber qutbûna avê zêdeyî yek milyon welatiyên Hesekê û derdora wê di rewşeke gelek zehmet de dijîn.

Berpirsê Rêveberiya Xweser destnîşan kir, tenê di cara dawî de qutkirina ava Santrala Ellok li ser Hesekê nêzîkî 8 mehan berdewam kir.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Avê li bajarê Hesekê diyar kir, tevî ku wan ji 18ê Nîsana îsal ve elektrîk daye Santrala Ellok daku avê bişînin Hesekê, lê av bi awayekî gelekî kêm hatiye berdan.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Avê ya Hesekê eşkere kir: “Depoya avê ya Santrala Himme li başûrê Hesekê 30 hezar lître sêca avê li xwe digire ku tenê pêwîstiya wê bi 10 demjimêran heye heta tejî bibe, lê dema serpereştyarên Santrala Ellok avê dişînin, 4 rojan dikişîne heta ku depoya Santrala Himme tejî dibe, bi vî awayî bandoreke zêde xerab li nişteciyan dibe, lewra em neçar bûn elektrîkê li ser Santrala Ellok qut bikin.”