Rêveberiya Xweser daxuyaniya WHOyê red kir: Heta niha tu alîkarî negihîstine me
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê red kir ku Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) tu alîkarî ji wan re şandibe lê WHO ragihandiye, wan 30 ton alîkariyên bijîşkî şandiye Qamişloyê.
Rêxistina Tendurustiya Cîhanî (WHO) ragihand, ku wan bi kamyonan derman gihandine bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, lê belê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ew yek red kir û ragihand, heta niha WHO tu alîkarî ji wan re neşandiye.
Hevserokên Desteya Tendûristiyê yê Rêveberiya Xweser daxûyaniya Rêxistina Tendûristiya Cîhanî ya li ser alîkariyên pizîşkî ji bo Rojavayê Kurdistanê red dikin û dibêjin, heta niha ti alîkariyên wê rêxistina cîhanî negihîştine Rojavayê Kurdistanê.
Hevserokê Desteya Tendirustî li Herêma Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, WHO tu alîkarî ji bo wan neşandiye û bi wan re neketiye pêwendiyê jî.
WHOyê duh na pêr 11ê Gulanê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku wan 30 ton alîkariyên pizîşkî ji bo Rojavayê Kurdistanê şandine. WHO diyar kiribu, wan ew alîkarî wek bersivdanekê ji bo dabînkirina pêwîstiyên tendirustî yên bilez ji nîştecihên ku herî zêde di rîskê de ne, ber bi bajarê Qamişlo li herêma bakur rojhilatê Sûriyê ve şandiye.
Li gor daneyên fermî yên ku Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser ragihandine, heta niha tenê du haletên tûşbûna welatiyan bi vîrusa Covid-19ê li Rojavayê Kurdistanê hatine tomarkirin, ku ji bajarê Hesekê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin