SOHR: Heta niha termên 1702 penaberan ji Tirkiyê bo Sûriyê hatine sandin

16 February 2023 22:05 0 dîtin
SOHR: Heta niha termên 1702 penaberan ji Tirkiyê bo Sûriyê hatine sandin

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di roja 11mîn a piştî erdhejên Mereşê de, termên 1702 penaberên Sûriyê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku di erdhejê de can dane hatine şandin.

SOHRê daye zanîn ku bi rêya deriyên sînorî yên Bab el-Hewa (Cilveguzu) 1479 kes, Bab el-Salam (Oncupinar) 166 kes, El Rai (Çobaney) 22 kes, Cerablus 20 cenaze, Cindirês jî 15 cenaze hatine şandin.

Hat diyarkirin ku bi tevahî termên 1072 penaberên di erdhejê de can dane bo Sûriyê hatine veguhestin ku li texmînan hîn termên gelek penaberên din jî di bin kavilan de mane.

Di encama erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê de ku bandoreke mezin li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir, heta niha li gorî amarên fermî zêdetirî 40 hezar kesan can daye û hîn çarenivîsa bi hezaran welatiyan jî eşkere nebûye.