Rêveberiya Xweser a Rojava: Sam bi lihevkirina dewleta Tirkiyê êrîs dike

10 August 2024 09:32 0 dîtin
Rêveberiya Xweser a Rojava: Sam bi lihevkirina dewleta Tirkiyê êrîs dike

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser diyar kir ku êrîşên hêzên rejîmê yên li Dêrezorê li gorî daxwazên Tirkiyeyê pêk tên û diyar kir ku ew ê li dijî vê yekê bi îradeya gel tevbigerin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta Şamê yên li ser herêma Dêrezorê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hikûmeta Şamê bi guhnedana êrîşan û binpêkirina mafan hewl dide li herêmên ku aramî lê heye aloziyê çêbike û wiha hat gotin: "Hikûmeta Şamê bi lihevkirina dewleta Tirk û hêzên din re, li ser esasê destekkirina komên çete yên girêdayî xwe, bi çêkirina kaosê li herêmê dixwaze hewldanên aştiyê sabote bike."

“Hêzên rejîmê komkujî pêk anîn”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku beriya salekê êrîşên bi armanca ji holê rakirina vîn û nirxên civakî yên gelê Dêrezorê pêk hatin û wiha hate gotin: “Ev êrîş bi îradeya gel hatin pûçkirin. Hemû cîhan fêm kir ku hêzên rejîmê û çeteyên girêdayî wê li herêmê komkujî pêk anîne. Doh danê sibê li herêma El-Dehla ya gundewarê rojhilatê Dêra Zorê li dijî sivîlan komkujiyek pêk anîn. Zêdetirî 11 kesan ku piraniya wan zarok bûn şehîd bûn û zêdetirî 5 kes jî birîndar bûn.”

Banga têkoşîna hevpar

Di berdewamiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re û ji birîndaran re jî şifayê xwest û ev tişt hatin gotin.

“Em careke din tekez dikin ku îradeya gelê me yê li Dêrezorê ji planên têkbirina vîn û nirxên gelê me bi hêztir e. Li dijî van polîtîkayên ku tên zanîn ku bi tevahî li gorî daxwazên dewleta Tirk ên tinekirina gelê me ne, em ê diyar bikin ku em ê bi îradeya gelê xwe tevbigerin.”

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de bang li sazî û rêxistinên navneteweyî hat kirin ku li hemberî êrîşan berpirsyariyên xwe bi cih bînin.