Rêveberiya Xweser: Em li hember daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê nû yê Swêdê xemgîn bûn

07 November 2022 14:03 0 dîtin
Rêveberiya Xweser: Em li hember daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê nû yê Swêdê xemgîn bûn

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Swêdê ya derbarê rawestandina piştgiriya welatê xwe ji bo PYD/YPG şermezar kir û got: “Ev helwesta Swêdê, tenê ji bo razîkirina dewleta Tirk a dagirker û ji bo pejirandina wê di NATOyê de ye.”

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom roja Şemiyê 5ê Mijdara 2022an diyar kir, hikûmeta nû ya Swêdê hemû piştevaniyên xwe yên bê merc ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radiwestîne.

Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser bersiva daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Swêdê da û eşkere kir: “Em li hember daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê nû yê Swêdê xemgîn bûn dema got, êdî piştgiriya Kurdan li Sûriyê nakin. Em hêvî dikin ku hikumeta Swêdê helwestên xwe yên birûmet di nav civata navdewletî de biparêze.”

Di berdewamiyê de destnîşan kir, wan bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî li hember terorê şer kirin û di vê çarçoveyê de me gelek fedekarî kirine û li ser vê bingehê têkiliyên me bi gelek dewletan re xurt bûn, yek ji welatan jî Swêd e.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Tenê ji bo razîkirina dewleta Tirk a dagirker û ji bo pejirandina wê di NATOyê de ye.”

Daîreya Pêwendiyên Derve got: “Em berjewendiyên Swêdê baş fêm dikin, lê belê şaş e ku ew berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên têkoşer biparêze.”

Herî dawî da zanîn: “Em ji hikumeta Swêdê hêvî dikin ku siyasetên demokratiyê binpê neke û cihê xwe di civata navneteweyî de biparêze. Em hêvî dikin ku Swêd ji pozîsyona xwe ya girîng, nirx û prensîbên xwe yên piştgiriya gelên bindest dûr nekeve û piştgiriya xwe ji bo gelan bidomîne.”