Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser li hember êrîsen Tirkiyê banga berxwedanê kirin

17 August 2022 14:05 0 dîtin
Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser li hember êrîsen Tirkiyê banga berxwedanê kirin

PeyamaKurd – Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê di derbarê êrîşên Tirkiyê daxuyaniyek da û banga berxwedanê li gel kirin.

Li gor daxuyaniya sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê ji bo êrîşên Tirkiyê li dijî herêmê bi taybet Kobanî daxuyaniyek da û eşkere kir, armanca dewleta Tirk ji êrîşan têkbirina projeya neteweya Demokratîk e.

Di berdewamiyê de gotin: “Bi hêzên xwe yên bejahî û ezmanî êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike. Dewleta Tirk seranserî sînorê herêmê topbaran dike. Ji ber êrîşên wî ên hov gelek kes şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn.”

Herwiha sazî û dezgehên Rêveberiyê bang li hêzên navneteweyî, yên garantor û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.

Herî dawî bang li tevahiya gelê herêmê hat kirin ku li dijî dagirkeriyê bexwedana xwe xurtir bikin.