Rêveberiya Xweser: HSD amade ye li hember êrîsên dewleta Tirk bisekine
PeyamaKurd – Hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Beyan El Elî da zanîn, HSD amade ye li hember êrîşên dewleta Tirk bisekine.
Beyan El Elî bi daxuyaniyekê got, armanca dewleta Tirk ji êrîşan, berfirehkirina qada dagirkeriyê ye û destnîşan kir:
“Dewleta Tirk hemû pêkhateyên li herêmê dike armanc. Bi wê re hewl dide projeya Rêveberiya Xweser a li herêmê têk bibe. HSD amade ye bersiva êrîşên dewleta Tirk bide. Ji bo bersivdayîna êrîşên me amadekariyên xwe temam kirin.”
Herwiha Beyan El Elî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk rexne kir û eşkere kir: “Dewletên garantor li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên me tu helwest nîşan nedan. Herwiha divê hikumeta Şamê jî têkildarî êrîşan li pêşberî raya giştî xwedî helwesteke zelal û diyar be.”
Herî dawî Beyan El Elî destnîşan kir, divê pêkhateyên herêmê yekdest bin ku van êrîşan têk bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin