Rejîma Samê birîna ava bajarê Hesekê ji aliyê Tirkiyê ve bi tundî sermezar kir

28 June 2021 09:30 0 dîtin
Rejîma Samê birîna ava bajarê Hesekê ji aliyê Tirkiyê ve bi tundî sermezar kir

PeyamaKurd – Rejîma Şamê, bi daxuyaniyekê, birîna ava bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve bi tundî şermezar kir û diyar kir, birîna avê li ser Hesekê digîhe asta tawana şer.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê da zanîn: “Rêjîma Erdogan (Serokomarê Tirkiyê) siyaseteke ne exlaqî û şerê avê dike ku ev cara 25emîn ava vexwarinê li navenda Elok ve li bajarê Hesekê dibire û zêdetir ji milyonek kes bê av dihêle.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê destnîşan kir, Tirkiyê guh nade bangên civaka navdewletî û êşên xelkê parêzgeha Hesekê yên bê av, ev kar jî digîhe asta şerê li dijî mirovahiyê û tawanên şer.

Herwiha Şamê bang li Encûmena Asayişa Navdewletî kir, ji bo destêwerdana demildest bike û fişarê li Tirkiyê bike, da ku para Sûriyê ji ava çemê Ferêt ku 500 metro sêcar di çirkeyekê de ye berde.

Ava vexwarinê ya Bajarê Hesekê û deverên derdora wê, ji wêstgeha Elok ya li Serê Kaniyê ye, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ji dema Serê Kaniyê dagîr kirine, dest danîn ser wê wêstgehê û niha weke çekekî li dijî welatiyên li deverê bi kar tînin û avê qut dikin.