Tirkiyê bi tundî berfirehkirina biryara Amerîkayê sermezar kir

17 September 2022 16:57 0 dîtin
Tirkiyê bi tundî berfirehkirina biryara Amerîkayê sermezar kir

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê îro bi tundî berfirehkirina biryara Amerîkayê ya Îlona 2020an, ji bo rakirina ambargoya çekan ji ser Qibrisê şermezar kir.

Li gor  Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê roja Înê da zanîn, Wezîrê Karên Derve Antony Blinken qedexeyên bazirganî yên berevaniyê yên ji bo Qibrisê ji bo sala darayî ya 2023 rakirin.

Herwiha Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê destnîşan kir, ev biryar wê “serhişkiya aliyê Yûnanî yê Qibrisê zêdetir bike û bandoreke neyînî li ser hewlên ji nû ve çareserkirina pirsgirêka Qibrisê bike.”

Di berdewamiyê de Wezaretê bi daxuyaniyekê destnîşan kir, ew biryar wê “bibe sedema pêşbaziya çekan li Giravê û zerarê bide aştî û aramiya li rojhilatê Derya Spî.”

Tirkiyê bang li Amerîka kir ku biryara xwe ji nû ve bide ber çavan û li hember her du aliyên giravê siyaseteke hevseng bimeşîne.