Amerîkayê heta dawiya heftê dem da Tirkiyê: Biryara xwe bidin!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîkayê heta dawiya hefteyê dem daye Tirkiyê ku li ser kirîna S-400an biryara xwe bide.
Nûnerê NATOyê yê Amerîkayê Kay Bailey Hutchison ji televizyona CNBCyê re ragihand, “Heger Tirkiye dixwaze balafirên F-35 bistîne, divê dev ji kirîna sîstemên parastina hewayî yê rûsî S-400an berde. Yan biryara xwe ji bo kirîna Patriotên Amerîkî bidin yan jî ji bo S-400an. Hûn nikarin herduyan bihevre bikirin.”
CNBCyê herwiha da xuyakirin ku Amerîkayê ji bo Tirkiye kirîna S-400an betal bike heta dawiya heftê dem daye Tirkiyê ku biryara xwe ji bo kirîna Patriotan bide.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Tirkiyê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaz kiribû ji bo lêkolînkirina xeteriyên S-400an li ser F-35an koma xebatê ava bikin, lê Pentagonê ew pêşniyar red kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin